
Kurdistanmedia: Komisyona Leşkerî a Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, di daxuyaniyekê de belav kiriye ku, du pêşmergeyên qehrema yên vê Partiyê li bajarê Merîwanê şehîd bûne.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku: “Roja Şemî 3`ê Xermanana 1397`an(25`ê Tebaxa 2018`an), desteyek ji pêşmergeyên Komele di devera bajarê Merîwanê de piştî bi cih anîna erk û wezîfeyên teşkîlatî (rêkxistinî) digel hêzên rejîma komara Îslamî a dagîrkar tûşî şer dibin û mixabin du kes ji hevriyanê Komele yên bi navên “Erselan Cevzak” û “Perwîz Ebidî” canê pak yê xwe li pêxema armancên bilind yên Komele û tevgera rêzgarîxwazî a xelkê Kurdistanê de dikine gorî”.
Malpera “Kurdistanmedia”yê, tevî nîşandana hevxemiya xwe digel malbat û kesûkarên wan şehîdan, û dirêjederên rêbaza wan du şehîdan heyanî bi destveanîna armancên bilind yên van, wezîfe û erka ser milê hemû xebatkarên Kurd di zanin.