Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du pîlotên balafireke Îranê hatine kuştin

12:15 - 2 Hezîran 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja sêşemî 11`ê Cozerdanê, di binkeya “Dizfûl” a ser bi parêzgeha Xûzistanê, balafirek bi navê “F5” rastî bûyerê hat û di encamê de du pîlotên wê balafirê hatine kuştin.

Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê û Fermandarê Taybet ê Dizfûlê, Elî Ferehmendpûr ragihand: “Bûyer li ser erdê çê bûye.”

Mediyayên rejîma Îranê ragihandiye, bûyer ji ber “pirsgirêkeke teknîkî” çê bûye.

Navê wan du pîlotên ku di wê bûyerê de hatine kuştin bi ”Kiyanoş Besatî” û “Husên Namî” hatiye ragihandin.

Hêzên Artêşê cihê bûyerê dorpêç kirine û dest bi lêkolînê kirine.

Rejîma Îran balafirên pêşketî nîne û yên heyî jî, li sala 1979an û di serdemê Mihemedriza Şah de Îranê ji Amerîkayê kirîbûn.

Niha piraniya wan balafirane ji kar kevtine û gelek caran an di esman de an jî her li ser erdê ew balafirane rastî bûyerên teknîkî tên.