“Kamran Melapûr” û “Eyûb Întizarî” ku di bernameya navkî û bernameya esmanî ya rejîmê de mijûlê kar bûne, bi awayek cihê şik û gumanê hatine kuştin.
Pêka nûçeyên belavbûyî “Kamran Melapûr” xelkê bajarê “Îze” yê girêdayî parêzgeha Xûzistanê ku xwediyê duktoraya navkî û yek ji pisporên navkî li navenda navkiya “Netenz”ê bû, bi awayekî cihê şik û gumanê hatiye kuştin û rejîma Îranê mirina wî pisporî bi malbata wî re ragihandiye, lê ti basek ji sedem û şêwaza mirina navbirî nekiriye.
Herwisa pisporek din ê bernameya “Hewa-Feza” yê rejîma Îranê yê bi navê “Eyûb Întizarî” ku di kompaniya “Perdîs a Teknolojiya Yezd”ê de mijûlê kar bû û di berhemanîna alavên hewce bo berhemanîna motoran bo mûşek û balafiran de pispor bûye, bi awayek cihê şik û gumanê hatiye kuştin û pêka gotina hejmarek ji çavkaniyên torên civakî ew bi jehrê hatiye kuştin.
Kuştina wan 2 pisporên Îranî di halekê de ye ku çend roj berî niha endamek Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst ê bi navê “Elî Îsmaîlzad” bi awayê cihê şik û gumanê hate kuştin.
Heta niha diyar nîne ku ew kesane ji aliyê rejîmê bixwe ve hatine kuştin yan jî welatên dijberên rejîma Îranê ew ji holê rakiribin.