Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du şandên PDKÎ beşdarî di rêûresma roja Komeyeyê de kirin

12:30 - 28 Şibat 2022

Roja Şemî 7ê Reşeme sala 1400 a Rojî, şandek a PDKÎ bi berpirsayetiya endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ Dr. “Idrîs ehmedî”, di rêûresma roja “Komele”yê de beşdarî kirin.

Di wê rêûresmê de bi boneya 43emîn salvegera eşkerebûna xebata Komeleyê ji aliyê her du aliyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan ve bi awayê hevpar bi rê ve çû.

Di destpêkê de Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê “Omer Îlxanîzade” çend gotinek pêşkêş kirin.

Piştre peyama PDKÎ ji aliyê “Çiya Eliyar” ve bo wê boneyê hate pêşkêşkirin.

Di peyama PDKÎyê de tevî bi bilindnirxandina karê hevpar ên her du aliyên Komeleyê û daxwaza serkevtinê bo proseya yekgirtina wan, silav û pîrozbahiya rêberatiya PDKÎ û komiteya Giştî ya PDKÎ li Swêdê, pêşkêş bi endam, pêşmerge û alîgirên Komeleyê kir.

Rêûresim bi çendîn peyam, sitran û sirûdan heta demjimêr 5ê êwarê berdewam bû.

Hevdem di hemen rojê de, heyeta PDKÎ li bajarê “Stockholm”ê bi berpirsayetiya “Emîr Sultanî”li ser gazîkirina fermî ya Komele-Rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîst a Îranê di 34emîn salvegera avakirina Komeyeyan de beşdarî kirin.

Wê heyetê bi nûneratiya Komîteya PDKÎ li welatê Swêdê, peyama pîrozbahiyê û destiyek gul pêşkêşî Komeleyê kirin.

Di peyama Komîteya PDKÎyê de tevî pîrozbahîkirin ji roja Komeleyê, li gişt endam û alîgiran daxwaza yekgirtin û hevkariya zêdetir a PDKÎ û Komeyeyan kir.