Du tonêlên mûşekî yên veşartî yên Spaha Pasdaran a terorîst di çiyayên Kirmaşanê de ji aliyê du damezraveyên lêkolîneyî yên cîhanê ve hatiye peydakirin.
Pêka rapora ku ji aliyê du damezraveyên lêkolînî yên bînayên jêrerdî yên hestiyar di cîhanê de, yên bi navên “Orayin Înterneşnal û Întilleb Abzêrvêr” ku çend dîmenên esmanî ji nû ve belav kirine, nîşan dide ku rejîma Îranê ji “January” hata “September”a 2020an du tonelên jêrerdî yên mûşekî di çiyayên Kirmaşanê de afirandiye.
“Întilleb Abzêrvêr” dîmeneke 3 rehendî belav kiriye ku bi awayê hûr zaniyariyan nîşan dide.
Ew tonelên mûşekî yên nû hatinî peydakirin yên Spaha Pasdaran a terorîst in.
Her di vê derheqê de malpera damezraveya “Întilleb Abzêrvêr” ku damezraveyeke lêkolînî di derheq binayên jêrerdî yên hestiyarên cîhanê ye, roja 4`ê Rêbendanê, bi nîşandana dîmeneke hewayî dabû zanîn: “Rejîma Îranê binkeyek li nêzî bajarê “Işthard”ê di devare Kerecê de belav nekiriye. Li sala 2017an de kar li ser wê tonelê hatiye kirin û di mehên derbasbûyî de dawî pê hatiye. A niha diyar nîne ku rejîma Îranê çi sermayeguzariyeke stratîjî di nav wan çiyayan de veşartiye”.
Eva çendîn car e ku wiha tonelên rejîmê yên veşartî ji aliyê damezraveyên cîhanê ve hatine peydakirin. Rejîmê tev dahata xelkê terxanê tiştên wiha bona kiryarên terorîstî dike.