
Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihand ku du kes li bajarê Qumê bi sedema vîrûsa Kirona ya bi navê “KOVÎD-19” (Covid-19) kuştine.
Berdevkê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kiyanuş Cehanpûr bi weşana twîtekê da zanîn, ku ew 2 kesên bi Covid-19 jîyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneya bajarê Qumê derman dibûn.
Li gor agahîya ku Cehanpûr weşandî, ew her du kes jî, kal bûne û sîstema wan ya hezmê lewaz bûye û şiyana bergiriya li hember vê vîrûsê çinebûne.
Wezîrê Saxlemî yê Îranê Qasim Canbabî dîyar kir ku ew her du kesên jîyana xwe ji dest dane xelkê bajarê Qum ê ne.
Covid-19 anku vîrûsa Kironayê li Wuhan ya Çînê derketibû û derbazî 30 welatên din bûye û heya niha pitir ji 2 hezar kesî kuştiye û nêzîk 80 hezar kesên dine jî tûşê wê vîrûsê bûne.
Du hefteyan berî niha nameyeke Wezareta Saxlemî ya Îranê eşkere bû, û di ser torên civakî dest bi dest digeriya ku bo Serkomar û Beyta Rêberî û Wezareta Navxwe ya rejîmê re hatibû hinartin.
Lê deshilatdarên rejîmê ew name sextekarî dane zanîn, di wê name de hatiye Ku dehan kes ku di Îranê de tûşî Kironayê bûne, niha di qerentînê de ne.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) roja Sêşemê dîyar kiribû ku “KOVÎD-19” (Covid-19) ketiye canê 75197 kesan û 2009 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.