Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Welatî di avê de xeniqîn

12:20 - 15 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Du welatiyên xelkên bajarên wekî Serdeşt û Urmiye di avê de xeniqîn.

Li gorî nûçeyên navxweyî ku belavbûne, roja Înê 14`ê Hezîrana 2019`an, welatiyê bi navê “Esxer Ezîmzade” yê temen 40 salî û xelkê bajarê Urmiye, ku bo seyranê li devera xwarê gundê “Lîkbin” a barjarê Pîranşarê kiribû, navbirî di dema avjeniyê de rastî bûyerê tê û dixeniqe.

Hevdem li bajarê Mehabadê jî, ciwanekî din yê Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê “Mihemed Xizrî” yê temen 34 salî û kurê Ebdulbaqî û karmendê xwanenişînê yê îdareya Şaredariya bajarê Serdeştê, di dema ketina Du zarokên wî nav avbenda bajarê Mehabadê, navbirî hewil da da ku zarokên xwe rizgarbike lê, bi sedema nebûna navendên hevarhatinê di wî cihî de, ew welatî bixwe bo gorî.

Bi sedema xemsarî û guhnedan û herwisa cudahî danîna berpirsên rejîmê di navbera bajarên sînorî û neteweyên xeyrê Fars û xizmetgizariyên wekî navendên hawarhatin, cihê seyran û hewcehiyên sporê bo welatiyan û … hwd, di bin sedema bûyerên wiha.