Du werzişvanên “Leşciwanî” ên tîma Îranê ku binav tîma netewiya Îranê de jî bûn, li welatê Îspaniyayê bûne penaber.
Du werzişvanên “Leşciwanî” ên bi navên “Emîr Xulamzadigan û Elîriza Pîrî” ku binav endamên tîma netewiya “Leşciwaniya” Îranê bûn, li welatê Îspaniyayê ji tîma netewî cuda bûne û bûne penaxwaz; Ew du werzişvanane di beşa “Fitness Sports” û “Fitness Challenge” de xwediyê pile û serkevtinan bûne.
“Elîriza Pîrî” di beşa “Fitness Challenge”ê de xwediyê xelata zîv a cîhane ye û herwisa “Emîr Xulamzadigan” jî li sala 2012an li tîma Jîmnastîka huneriya Îranê li welatê “Taylend”ê de xelata zêrîn a cîhanê bi dest xwe ve anîbû û bibû kesê yekem, lê di kêbirkêyên cîhanî ên Îspaniyayê de li beşa “Fitness Sport” pile 5ê bi dest anîbû.
Ew du werzişvanên Îranê li bajarê “Santa Sosana” ya Îspaniyê ji tîma Îranê veqetiyane û li welatê Îspaniyayê daxwaza benaberiyê kirine.
Werzişvanên Îranê û bi taybet werzişvanên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke xirab û hejariyê de karê werzişvaniyê didomînin û bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê û xercê werzişê karên wekî ajotvanî, kolberî, kedkarî û destfiroşî li ser şeqaman dikin, lê rejîma Îranê ti girîngiyekê bo wan nade.