
Du zarokên temen 10 û 17 salî li taxa “Musk” a bajarê Merîwanê ji aliyê çend kesên nenaskirî ve hatine dizîn.
Roja Yekşemî 20ê Pûşperê du keç ên binavên “Hestî û Sogend Seracedîn” temen 10 û 17 salî li taxa “Musk” a bajarê Merîwanê ji aliyê çend kesên nenaskirî ve hatine dizîn.
Pîştî rojekê ew du zarokên ku hatibûne dizîn li bajarê Tehranê bi sedemeke nerohn hatibûne berdan, wan zarokan karîbûn bi rêya telefonê pêwendî bi malbata xwe ve bigirin.
Eva yekemîn car û yekemîn haleta diziya zarokan nîne, di wan çend mehanên derbasbûyî de dizîna zarokan bûye diyardeyeke metirsîdar li ser malbatan û heta niha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî “Mihabad, Pîranşar, Qurwe, Bokan, Merîwan û Urmiye” zarok hatîne dizînê û beşek ji wan zarokan heta niha jî bêserûçûnin û malbatên wan nekarîne zarokên xwe peyda bikin.
Heta niha çendîn kes di wê derheqê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin lê pirsgirêk nebi tenê nehatiye çareserkirin belku dizîna zarokan roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibe.
Pêka gotina xelkê, dîzîna wan zarokan bona ticareta endamên laşê mirovan e.