Piştî belavbûna vîrûsa Korona di bajarên Rojhilata Kurdistanê de, parek ji dukan û bazaran ji aliyê welatiyan ve hatine daxistin.
Belavbûna serberedayî ya vîrûsa Korona û kêmbûna emrazên hewce bona berevanî ji tûşbûn bi wê vîrûsê bûye sedem ku, dukan û bazar di Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî zêde an kêm bêne daxistin û sam ji tûşbûn bi wê vîrûsê di hinek bajaran de zêdetir e.
Bajarên wekî Seqiz ,Xoy, Îlamê, Pîranşar û …hwd, bi taybet yên nezîkî sînoran zêdetir dukan û bazarên xwe daxistine.
Di hindek ji bajaran de, wekî bajarê Seqizê, xelk bi hegera pêrenegihîştina rejîma Îranê derheq dabînnekirina hewcehiyan bo paqijkirina nexweşxane û binkeyên pizîşkî, ji çûn bo nexweşxaneyan û navendên pizîşkiyê xwe diparêzin ku rastî nexweşiya Koronayê neyên.
Di rewşek wiha de, rewşa jiyana xelkê pir dijwartir bûye, û rejîm jî ti karekî ji bo pêşîgirtina wê nexweşiyê nake û xelk neçarin ji bo parastina xwe dukan û bazaran dixînin da ku rastî wê nesaxiyê neyên.