
Ebdula Simko, kurê Tahirxan, neviyê rêberê navdare Kurd Simkoyê Şikak li bajarê Stembola welatê Tirkiyê de koça dawiyê kir.
Roja Duşemiyê 28ê Tîrmeha 2020 an, Ebdula Simko kurê Tahirxanê Simko, bi hegera rawestiyana Dil, di temenê 71 saliyê de koça dawî kir. Ebdula di serdemê rejîma Paşayetî de bo xwandinê diçe Tirkiyê, û dersa xwe a bilind di beşa hiqûq de bidawî anî û bû parêzer. Di salên xwendinê de li dijî dewleta Pehlewî xebata siyasî dikir û piştî hatina ser kare rejîma îslamî, vegeriya Rojhilat û tevlî şoreşa gelê Kurd bû û dibe endamê PDKÎ û weke hêza bergiriya Millî a şehîd Simko dikeve nava xebatê, Ebdulah Simko weke berbijêrê PDKÎ bo yekemîn gera meclisa Îranê li parêzgeha Urmiyê piraniya dengan bi dest anî, lê piştî têkçuna danûstandina di navbera Kurdan û rejîmê û dest pêkirina şer, Ebdula neçu meclisê. Demekê bi pêşniyara şehîd Dr. Qasimlo bo xwandinê çû Parîsê , lê careke din vegeriya Kurdistanê û mijûlî karê siyasî bû.
Piştî dagîrkariya Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve, Ebdula tevî bab û malbata xwe, ji Rojhilat ve derbasî bakurê Kurdistanê dibe. Piştî hingê heya dawiya jiyana xwe weke penaberê siyasî li Tirkiyê jiyana xwe derbas kir.
Ew kesekî xweştewiyê hemî xelkê bû.
Gorî biryara malbata Simko, termê Ebdula dê bo gundê Cohniyê bête veguhastin û livê ber kêlega Daik û Bab û baryên wî bi axa pîroze kudistanê bêt sipartin.
PDKÎ sersaxiya xwe pêşkêşî kes û kar û malbata Simko dike û xwe şirîkê xema wan ya giran dizane