Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulezîz Qasim: “Ez bi giştî xebat û siyaseta PDKÎ bi siyasetek dûrbîn, riyalîst, dirust û cihgir dibînim, ku pêngavên wê hevseng û hevaheng in”

11:48 - 18 Tebax 2021

Me li derheq 76`emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hevpeyvînek digel “Ebdulezîz Qasim” Nivîser û Siyasetmedarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kir û navbirî di beşek hevpeyvîna xwe de daye zanîn: “Ez wekî tak, PDKÎ mezintir ji rêxistinekê yan partiyeke siyasî dibînim, ez bêhtir wê wekî mîratxwerê Komara Kurdistan dibînim”.

Hevpeyvîn: Keyhan Mihemedînijad

P: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojavayê Kurdistan çawa tê nirxandin?

B: Hêjayê gotinê ye ku tevgera siyasî ya Kurdî li rojavayê kurdistanê, her ji destpêka damezrandina yekemîn partiya siyasî li sala 1957`an ve, endam û alîgirên xwe li ser perwerdeyeke netewî xwedan kirine, û xelkê me heta vê rojê jî hestekî netewî yê bilind heye û rewşa parçên din yên Kurdistanê dişopîne, helkeft û bîranînên hemû aliyên Kurdistanê sax dike û bibîr tîne.

Bi baweriya min ti kes nikare dîroka gelê me ya hevçerx ji dîroka Komara Kurdistan û xebata PDKÎ û qehremaniya rêberên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Simkoyê Şikakî, Pêşewa Qazî Mihemed,  Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî cuda bike, û xelkê me şanaziyê bi dîroka xwe dike, lewra şanaziyê bi xebata PDKÎ û di nav de bi taybetî şanziyê bi “Pêşewa Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo”, bi pêşmerge û şehîd û xebatkarên PDKÎ dikin.

P: Pêwendiyên we wek nivîser û siyastmedar digel PDKÎ di çi astekê de bûye?

B: Bêhtir ji ber hilkevta cugrafiyayî têkiliyên civakî, siyasî û rewşenbîrî heta demekî nêzîk gelekî kêm bûn, lê piştî krîza Sûriyê û bi taybetî piştî peydabûna Internet û tora civakî, ew sînorên dagîrkariyê yên di navbera Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de hatin şikandin, ji bîra me dihêt û ticarî nayê jibîrkirin ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma "Kurdistan yek parçe ye, Qamişlo Helepçe ye" piştgiriya xwe ji bo serhildana Qamişloya di Adara 2004`an de nîşan dan,  û bi dîtina min ku roleke mezin ya PDKÎ di avakirina van tikilîyan de heye, ku îro têkiliyên baş di navbera Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de hatine dirustkirin, hêvîxwaz im ku ev têkilî bihêztir bibin.

P: Xebata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çi bandorek li ser hevkêşeyên sîyasî yên Kurdistana mezin danaye?

B: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bandoreke mezin heye û herwisa rêz û qederekî xwe yê mezin di dilê her kurdperwerekî de heye, û wekî Partiya “Dayîk” tê naskirin, û PDKÎ bo sedema binyat û hîmayên netewî yên wekî alaya Kurdistan, pêşmerge û sirûda netewî ya "Ey Reqîb" ku li serdemê Komara Kurdistanê de hatine danîn, ku heta îro bûne hîmayên netewî li tevaya Kurdistanê.

Hêjayê gotinê ye ku “Pêşwa Qazî Mihemed” yê nemir bi şehadeta xwe bû mînakek dîrokî ya bêhempa bo gelê Kurd, lewra rêberên mezin li pey hatin wekî Dr. “Qasimlo”yê nemir û Dr. “Şerefkendî” ku bûne stêrk û sembolên xebatê ku bandorek wan ya mezin hebû li ser dirustkirina siyaseteke Kurdî ya nûjen, nemaze pêvajoya "Rasan".

Ez wekî tak, PDKÎ mezintir ji rêxistinekê yan partiyeke siyasî dibînim, ez bêhtir wê wekî mîratxwerê Komara Kurdistan dibînim.

P: 25`ê Gelawêja îsal 76`emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, tu bigiştî xebata wê partiyê çawa dibînî?

B: Ez bi giştî xebat û siyaseta PDKÎ bi siyasetek dûrbîn, riyalîst, dirust û cihgir dibînim, ku pêngavên wê hevseng û hevaheng in, bi zanîbûn kar û xebata xwe çi li rojhilat û çi li Herêma Kurdistanê û çi li Ewropayê berdewam dike, PDKÎ bi destpêkirina xebata xwe ya bi navê “Rasan”ê ruhek nû da xelk û pêşmergê xwe û bi xebata Çiya û bajar cardin selmand ku ew dikare li hember dirindetirîn dujminê deverê derkeve û hêviyek da xelkê Rojhilatê Kurdistanê. Ez hêvîxwaz im ku PDKÎ rolek mezintir hebe û bigihîje aramcên xwe bi bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û 76 saliya Partiyê, li tevahia gelê Kurd, malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergên qehreman, endam û alîgirên PDKÎ pîroz dikim û hêviya serkevtinê bo we yên birêz dixwazim.

Bijî kurd

Bijî Kurdistan