Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulfetah Sîsî: Erebistan welatekî mezin e, û tu kes nikare derbê lê bide

12:40 - 8 Çirriya paşîn 2018

Kurdistamedia: Serkomarê Mîsrê ragehand ku emê pişta hevalbendên xwe di kendawê de bigrin, û em tu carî wan bi tenê nahêlin.    

Sîsî di konferansa Çapemeniyê ya li şerm El-şêx ya Mîsrê de rû li rêbertiya Erebistanê got: Em rêberiya Erebistanê û bi taybet Melik Selman xtircem dikin, ku Mîsr wê hertim li rex Erebistanê bimîne, û wê piştgiriyê bike ji aramiya di vî welatî de.

Sîsî di domê de got ku hekî ewlehiya kendawê bike nav metirsiyê de, yan bikeve ber gefên rasterast, wê demê rêberiya Mîsrê vê yekê qebûl nake, û wê hêzên xwe yên çekdar bona bergirî ji neteweyên di Kendawê de dijî, bi kar bîne.

Navbirî derheq dorpêçên li ser rejîma Îranê jî îşare vê kir ku hebûna nearamiyê bandorê li ser hemiyan dike, û daxwaz ji welatên din kir da ku rêz ji ewlehiya neteweyî ya Erebî û bi taybetî emniyeta welatên Kendawê bigrin.