
Kurdistanmedia: Wezîrê Îtila`ata Hûsiyan di konferanseke çapemeniyê de ragehand ku kêfxweş e ku ji destê Hûsiyan rizgar bûye.
Ebdulselam El-cabir Wezîrê Îtila`ata Hûsiyan ku ji Hûsiyan veqetiya ye, û tevlî dewleta yasayî ya Yemenê bûye, ragehand: Ez spasiya dewleta yasayî ya Yemenê dikim ku alîkariya min kirin, da ku xwe bigehînim Riyazê, û deriyên xizmeta bi welat ji min re vekirî bin.
Wî ragehand ku ji 21`ê Îlona 2014`an ve, heya îro, Hûsî serkuteke bêrehmane dikin. Ew bona destgirtina bi ser hemû navendên dewleta Yemenê de, ji tu cinayteekê xemsariyê nakin, û karê wan ji derbeyekê metirsîdartir in.
Wî bas ji vê yekê jî kir ku Hûsî girtiyan bi awayên herî hovane îşkence dikin. Niha gellek kes ji Hûsiyan cuda dibin, û heftiya borî jî wezîreke naskirî penaberî Maliziyê bû. Heta Wezîrê Perwerdehiyê jî, hawara xwe anî Erebistanê, û niha di Riyazê de ye.
Hêjayî basê ye ku rejîma Îranê bi lawazbûna Hûsiyan gellekê perîşan bûye. Ew rejîma piştevanê serekî yê Hûsiyan e.