Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî baweriya xelkê Îranê bi berpisên rejîmê nemaye

12:04 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Baweriya xelkê Îranê bi berpirsên wî welatî nemaye û ev bêbaweriya roj lipey roj  zêde dibe.

Mistefa Êqlîma Serokê Dezgeha Alîkarîkirinê ya Îranê li gotûbêja digel malpereke navxwey da eşkere kirin ku, bilindbûna nirxan di bazarên welat de, û zêdebûna dorpêçên Rojavay yên li dijî dewletê, nerazîbûnên xelkê li pey xwe hebûye, û ji aliyekî din ve zêdebûna torên civakî û ragehandina nûçeyên rast di demê de, bûye sedem ku baweriya xelkê derheq berprisên rejîmê de, kêm bibe.

Pêka nîqaşên wî karnasî Civakê, bê bawerîbûna hevwelatiyan derheq berpirsên dewletê %75 ji zêde kiriye û ev bilindbûna li çav salên derbazbûy roj lipey roj bilinditir dibe.

 Her di vê pêwendiyê de, Mihemedriza Badamçî, nûnerê meclis û cihgêrê Serokê Komisyona Civaka Meclisa Şêvra Îslamî a rejîmê got, siyasetên berpirsên rejîmê bi awayekî bûne ku bêbawerîbûna xelkê derheqê dewlet û beripirsan  roj lipeyroj zêd dibe.

Li gorî nîqşên karnasên civakê, hevwelatiyan bawerî bi berpirsan nemaye û zirara nemana vê baweriyê jî zêdetir di mi`amleyên aborî de xwe nîşan daye, bilindbûn û daketina aboriya Îranê yek ji serekîtirîn sedemên nemana baweriya xelkê bi berpirsan dane zanîn û vê mijarê di arîşeyên civakî de jî bandor daniye, nû iha rewş wisaye ku heya xelkê bawerî bi yekitir jî nemaye û ev yek nîşaniya siyasetdanînên şaş yên berprisan e.

Nemana baweriya xelkê derheq beripirsên rejîmê di demekê ye ku , roj nine di torên civakî û medyayên coda şahidî eşkerebûna, destpêsiyên berprisên rejîmê, soz û qwelên vala yên berpirsên rejîmê, betalbûna navendên Pîşeyî, betalbûna kedkaran, bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê, çendqatbûna serwet û samana berprisên paybilind yên rejîmê nebin û hevwelatî bi agehdarbûna derdeq arîşeyên wiha ku bûne sedem ev bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe jî rastî zehmetiyan bin, yan jî bi sedema nebûna kar cîbicînekirina soz û qwelên berprisên rejîmê û …, hwd,  bawerî bi berpirsên rejîmê nemîne.