Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî xelkê Îranê nikare hewcehiyên xwarinê dabîn bike

12:00 - 23 Tebax 2021

Roj bi rojê nirxa hewcehiyên rojane ye xelkê û bi taybetî Xwarinê, zêde dibe û xelkê şiyana kirînê nemaye.

Gorî amarên ku roja derbas bûyî di navxweya Îranê de belav bûnî, nirxa Kîloyekî Birincê Îranê geheşte 45 Hezar Tûmenî .

Kirîn û xwarina Birinc niha bo piraniya xelkê Îranê re bûye hezret û xwezî.

Her wisa nirxa Kîloyekî Goştê Golikê ji 140 Hezar Tûmenî ve, geheşte 170 Hezar Tûmenî.

Herwisa nirxa Şeker, Rûn, Peledan, Êmîş, û bi giştî hewcehiyên xwarina rojane çend qat zêde bûye.

Bê serûberiya di bazarê de û bê kifayetî û gendeliya deshilatdarn û girîng nebûna jiyana xelkê bo rejîmê, jiyan ji xelkê dijvar kiriye û kêm malbat heye ku bikare bersivderê jiyana xwe be.