Roja 22ê Befranbarê “Edîb Feyzî” endamê PDKÎ û xelkê bajarê “Sinê” bi sedema nesaxiya tomara mêşkê di temenê 26 saliyê de xatira xwe ji jiyanê xwast .
“Edîb” kurê “Îsmaîl” di 17ê Pûşpera sala 1373an a roj ji dayîk bûye.
Navbirî kesekî şorşgêr û nîştimanperwer bû, ew hesta nîştimanperweriya wî bû sedema wê hindê ku bibê endamê nihênî û di refa endamên nihênî ên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de erk û çalakiyên xwe yên hizbî birêve bibe.
“Edîb” heta dawiya jiyana xwe bi rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê wefadar ma, termê wî di nav girseya malbat û kesûkarên wî de, bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kesûkarên wî û xwe hevparê xema wan dizane.