Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efserekî Kurd di êrîşeke terorîstî li bajarê Bexdayê hat kuştin

10:42 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Efserekî Kurd ê Dezgeha Têkoşîna li dijî Madeyên Hişber li êrîşeke terorîstî di bajarê Bexdayê de hat kuştin.

Pêka nûçeyên belavbûyî roja Çarşemî 25`ê Befranbarê, Fermandarîya Polîsê Bexdayê di daxuyanîyekê de ragihand, ku efserê Kurd ê bi navê “Rêbwar Fazil” ê Dezgeha Têkoşîna li dijî Madeyên Hişber, di êrîşeke terorîstî de hatîye şehîdkirin.

“Rêbwar Fazil”, di hewldaneke li dijî ew kesên ku madeyên hişber anîbûn, ji alîyê wan terorîstan ve hate şehîdkirin.

Dezgeha Têkoşîna li dijî Madeyên Hişber a Îraqê daye zanîn, ku hejmarek çekdaran teqe li otomobîla wî efserê Kurd kirine û di encamê de çend gulle li wî ketine û canê xwe ji dest daye.

Heman dezgehê dîyar kirîye, ku “Rêbwar Fazil” li cem wan bi pileya Mulazim efser bûye û sersaxî ji malbata wî re xwestîye.

Bi awayî tê gotin ku ew madeyên hişber, ji aliyê rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst ve bo welatên cîran tê şandin.

Pêka raporekê ku berê jî “Wîkî Lîks” belav kiribû, welatê Îran mezintirîn cihê tiranzîta madeyên hişber li cîhanê ye û yek ji wan welataneye ku zêdetirîn bikarhêner heye.

Rejîma Îranê bi şandina madeyên hişber bo derveyê welat, wiha canê xelkê û hêzên têkoşîn li dijî madeyên hişber dixe metirsiyê.