Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efserkî payebilind yê Îraqê di Bexdayê de hate terorkirin

13:35 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Efserekî payebilind yê Îraqî di derdora bajarê Bexdadê de hate terorkirin.

Roja Înê, 17ê Tîrmeha 2020 an, Fermandeyên tîpa 59 a Artêşa Îraqê, “Elî Hemîd Xîdan” di devera “Sîna” ya girêdayê “Eltarimiye” di bakûrê bajarê bexdayê de hatiye terorkirin, û pêka hin çavkaniyan ew Efserê payebilind yên Îraqê ji aliyê nîşançiyên girêdayê DAÎŞ ê ve hatiye terorkirin û Arteşa Îraqê jî bona kontrolkirina wê deverê ji Xompareyan mifah wergirtiye. 

“Sitad a Operasiyonên Hevpar yê Îraq” ê di berteka wê terorê de bi tekezî ragihand: “Em heya jinawçûna tewaw ya terorîsmê, narawestin”.

Teqîn û teror di Îraq ê de her rojê canê çendîn kesan dike qurbanî û tedaxula rejîma Îranê di wan teqîn û teroran de, jiyana xelkê û herwisa rewşa ewlehiya Îraq ê rastî aloziyan kiriye.

Heyamekê berî niha jî, di 6 ê Tîrmeh a 2020 an de, Lêkolerê karobarê ewlehiyê “Hişam el Haşimî” kû şêwirkarê berewanî yê dewleta Îraqê di hember terorîsmê de bû, di ber derê mala wî teror kirin, pêka hin çavkaniyan, ew ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Îranê ve hatiye terorkirinê.