Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanistanê 2 cinazê dinê yê penaberên wî welatî li sinûrê Îranê peyda kirin

13:09 - 14 Gulan 2020

Hey`eta  dewleta Efxanistanê ragihan ku cinazê 2 kesên din ji wan penaberên Efxanî li ser sinûrê Îranê peyda kirine ku ji aliyê hezên Îranê ve di Çem de hatibûne xendiqandin.

Roja Çwarşemiyê 13 ê Gulanê  Mihemed Hemîd Tehmasibî, serokê Hey`eta jêvêkolîna Efxanistanê bona eşkere kirina çawaniya xendiqandina dehan Efxniyan ji aliyê hêzên ser sinûriye rejîma Îranê ragihand: Me karî em cinazê 2 kesên dinê jî peyda bikin, lê heya niha 11 kesên dinê her wisa bêserşûnin.

Tehmasibî got: karê me, nîqaş li ser çawaçî û çimayî ya kuştina penaberên efxaniye ji alyê Îranê ve, û Hey`eta Îranê divê bersiv bide kanê çima ev kuştara bê rehmane li ser penaberên rojreşe efxanî encam dane û piştî îşkenceyekî zêde, dehan kes havêtine nava Çem û xendiqandine û nihajî cinazê 11 kesan nehatiye peyda kirin.

Serokê hey`eta Efxanistanê bona lêkolîn li ser vê pirsê ragihand ku piştî dawî pêhatina jêkolînê, emê encamê rabigehînin, û hingêye ku divê rejîma Îranê li derheq vê cinayeta ku encam dayî bersivder be.