Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanistanê ragihand ku cinayeta Spahê bê bersiv namîne.

13:39 - 9 Gulan 2020

Cinayeta hovane ya Spaha Pasdaran a terorîstî li derheq kirêkarên belengaz yên Efxanî, roj bi rojê zêdetir eşkere dibe.

Berpirsên Efxanî ragihandin ku, heya niha cinazê 18 kes ji wan 55 kesan ku Spahê bi awayekî bêrehmane avêtibûne nav çem û parek ji wan xendiqandibûn, peyda kirine û herwisa li pey ew cinazê evên dinê de jî digerin.

Hefteya derbasbûyî Spaha mirovkuj a Pasdaran, li ser Sinor komek Efxanî girtin ku dixwastin wekî penaber ji sinor derbasî Îranê bibin.

Spahê di cinayetekî nemirovane de 55 kes avêtine naa çem û avê birin û xendiqandin, parek ji wan karîn ji mirinê xelas bin, cinazê 18 kesan peyda bûye û çendîn kesên dinê jî heya niha peyda nebûne.

Pêka dawî amaran berpirsên dewleta Efxanistanê dibêjin ku heya niha eşkere bûye ku li vê cinayeta Spahê de 55 Efxanî hatine kuştin, û heya niha cinazê 18 kesan hatiye peydakirin.

Dewleta Efxanistanê biryar daye û tîmekî 10 kesî bo jêvekolîna ji çawaniya vê bûyerê diyarî kiriye.

Berpirsên Efxanistanê dibêjin, hem li ser laşê wan kesên ku canê xwe ji dest dane û hem ev kesên ku bi saxî hatine peyda kirin, nişana eşkene û lêdanê diyar e ku berî evê biavêjne nav çem, gelek li wan dane.

Desthilatdarên Efxanî dibêjin, em benda encama jêvekolîna hey`eta diyarîkirî de ne, em nahêlin ev cinayeta rejîma Îranê bi dijî hevwelatiyên me bê bersiv bimîne