Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera bikar anîna hêza leşkerî bo êrîşa ser bernama Navokiye Îranê

17:09 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2020

Birayan Huk Nunerê Wezareta derve ya Amerîka bo karûbarê derheq bi Îranê, ku çend roje serdana çend welatên herêma Rojhilata Navîn, ji wan erebistan û Îsra`îlê kiriye, û yêk ji meqsedên sefera Huk jî hewahengî çêkirina di nava Welatan de ye bo givaşa xistina zêdetir bo ser rejîma Îranê ye.

Roja Sêşemiyê Birayan Huk di konferansekê de ku li Îsra`îl bû, ragihand: Rê û Guzîna Serbazî bo êrîşa ser bernama Navokiya Îranê hela ser masê ye.

Huk got: emê bona rawstandina bernama Navokiye Îranê hemî rêkekê bigirne bera xwe û rêke anku guzîna nizamî bo êrîşa ser navendên Etomiye Îranê, hela ber deste. 

Amerîka cehdê dike bi dorpêçan û givaşa dîplomasî û berteng kirina karên terorîstiye rejîma Îranê, tedexula di nava karê welatên dinê, nû kirina dorpêça navnetewî li ser cebirxana Îranê, belkî bikare berahîka Îranê ji dest pêre gehîştina bi bombeya Navokî bigre, lê hekî bi wî awayî nekarî, gorî gotina Huk dê hêza Serbazî û êrîşê bo ser navendên Navokî, bi kar bîne.

Brayan Huk dibêje em benda hindê rawestiyane kanê rejîma Îranê dê li jêr wan givaşan de dest ji bernama etomî bikêşe, hekî ne guzîna êrîşa serbazî ber destê me ye.