Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera daxistina pitir ji 250 xwendingehên parêzgeha Îlamê

16:12 - 15 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Pitir ji 250 qutabxanên parêzgeha Îlamê seba kevinbûna avahiyan, egera daxistinê heye û navendên pêwendîdar yên rejîm di vî varî de xwe bi berpirsiyar nizanin.
Piştî derbasbûna 7 salî bi ser gelaleya nojenkirina xwendingehan li Îranê, rêveberên rejîma Îslamî ya Îranê li 4 parêzgehên Urmiye, Îlam, Sine û Kirmanşanê tû hewlek û girngiyek bo çareseriya wê kêşeyê nadin e.

Nûçegihaniya Îsna li devê berpirsê giştî yê nojenkirina xwendingehên Îlamê bilav kir, parêzgeha Îramê paşî 7 sal ji dest bikarbûna gelaleya nojenkirina qutabxanan, serbarî nasandin hemû xwendingehên nasitandard û cihê tirsê, pirit ji 250 xwendingehên di vî parêzgehê de hevceyî bi temîrê hene ku heya niha tû hewlek bo wê mebestê nehetiye kirin.
Cûda ji nasitandariya kilasan û avahiyên xwendingehên parêzgeha Îlamê, şagird ligel pirsgirikê nebûna cihê werzişî rûderû ne û serbarî hayîdarbûna berpirsên rejîm ji wî meselê, tû hewlek bo çarenivîsa wan kêşane nehatine dan.
Rêjeya nêvinciya cihên perwerde û hînkirinê, pirtûkxane û cihên werzişî di xwendingehên Îranê de, li asta nêvinciya cîhanê kêmtir e û ewa jî sedema hatina xwarê a asta xwîndevariya xelkê lê dikeve.