Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera krîza bê aviyê li havîna îsal de bûye gefek bo ser parêzgeha Kirmaşanê

17:42 - 23 Nîsan 2022

Parêzgeha “Kirmaşan”ê ku çend sal e pirsgirêka bê aviyê heye, hatiye pêşbînîkirin ku di havîna îsal de jî krîza bê avî û hişkeşalî bibe gefek micid li ser werzêr û berhemên çandinî yên wê parêzgehê.

Li Parêzgeha “Kirmaşan”ê de zêdetir ji 4% berhemên werzêrî yên Îranê tê berhemanîn, lê bi sedema hişkesaliyê metirsiyek micid li ser beşa çandiniya wê parêzgehê ye.

Herwisa bilî krîza bê aviyê, bi sedema lêdan sirê jî, zêdetir ji 100% baxçên “hinar û hejîr” li devera “Kilaş” ya girêdayî bajarê “Ciwanro”yê ji nav çûne.

Hevdem bi sedema krîza hişkesaliyê li parêzgeha “Luristan”ê zirarek zêde gihîştiye berhemên werzêrî yên bajara “Kuhdeşt”ê.

Birêveberê Navenda Çandinî ya “Kuhdeşt”ê gotiye bi sedema hişkesalî hezar û 768 miliyard Tumen zirar bi berhemên werzêrî yên wî bajarî ketiye.

Jinavçûna berhemên werzêrî û gefa bê aviyê di Havîna îsal de, di halekê de ye ku berpirsên rejîmê ti pilanek bo wan pirsgirêkan nînin û bi sedema siyasetên çewt, wê krîzê berfirehtir dikin.