
Egera hindê heye ku 4 milyon xwendewan di Îran ê de, ji xwandin û perwerdê weqetin.
Li Îran ê, 14 milyon xwendewan hene ku, bi tenê 10 milyon ji wan di sîstema perwerdehiya ya “Şad” de pişikdarî kirine û 4 milyon xwendewan ji destpêregihîştin bi wê sîstema hînkariyê bêparin û wan 4 milyon xwendwanan heya niha nekarîne hewcehiyên wekî tablêt an telefonên zîrek bikirin û ji aliyekî din ve jî, mijûlî kar bo xwedîkirina malbatên xwe yên belengaz in û dest ji xwendinê berdidin.
Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê, “Mohsin Hacîmîrzayî”, heyamekî berî niha, ragihandibû ku nahîlin heya yek xwendevan jî, ji dersxwendinê bêpar bimîne, lê gotinên navbirî neserrast derketin û niha gefa dûrman ji perwerde û hînkariyê, li ser 4 milyon xwendevanên Îran ê ye.
Pirsgirêkên ku bi sedema vîrûsa Korona, gendelî û rewşa xirabe abûriya Îranê û herwisa desttengiya zêdetire xelkê Îranê, bûne sedem ku ne rejîm wan hewcehiyan bo perwerde û hînkarê bo xwendevanan dabîn dike û ne xelkê hejar dikare wan alawên hewce ku nirxekî zêde hene, bo xwendevanan dabîn bikin.