Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Bîlal

13:42 - 10 Gulan 2014

H: Rehîm Gergulî

Ehmed Bîlal: “Dema RDKÎ nûçeya şehîdkirina Dr. Qasimlo bilav kir, çaydanê çayê ji destê xwediyê malê de kete xwar”.

Ehmed Bîlal kurê Husên sala 1959(1338)’an li bajarokê “Peswê” a ser bi devera Lacana Pîranşarê hatiye dinê.
Ehmed Bîlal her di despêka zarokatiya xwe de babê xwe ji dest dide, di temenê 7 saliyê de weke tewahiya zarokên din diçe xwendingehê, lê bi sedema nebûna siya bab li ser serê Ehmed û xûşk û birayên wî, û herweha zext û givaşa hejarî û destengiyê, navbirî nikare zêdetir ji 5 salan xwendingeha xwe bidomîne, lewra destan ji xwendinê dikişîne û dest diavêje karê cotkariyê.
Ehmed Bîlal nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Bo cara yekemîn min PDKÎ ji rêya mamosta “Îbrahîm Şêxalî” ve ku mamostayê min bû, nas kir. Mamosta Îbrahîm basê Kurdatî û mafê Kurdan dikir û stranên şoreşvanî bo me digotin. Herweha sala 1980 (1359)’an rojekê min û mamê xwe di nava bîstanê xwe de kar dikir ku Dr. Qasimlo û Hesen Restgar tevî hejmarek pêşmergên din di nava bîstanê me re derbaz dibûn, hatin cem me, û min xwest ku ez hindek Xiyaran ji wan re bişom, lê Dr. Qasimlo rê neda û got ezê bixwe bişom, piştre Dr. Qasimlo xwest ku perê xiyaran bide me, lê me got em pere wernagirin. Herweha kurmetek min jî bi navê Bazîd Xizir Azer pêşmergê PDKÎ bû û piştre şehîd ket. Evana bûne sedem ku ez PDKÎ baş nas bikim û biryara tevlîbûnê bidim”.

Ehmed Bîlal herweha tevlîbûna xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Newroza sala 1979 (1358)’an baregehek PDKÎ li gundê Kêlesipiyanê bû û Seyd Resûl Babê Gewre fermandeyê hêza Qendîlê bû, ez çûm û li wî baregehê xwe radestî partiyê kir û bi fermî ez bûm pêşmerge”.

Ehmed Bîlal roja her xweş a jiyana xwe weha bas dike: “ Roja herî xweş a jiyana min ev e ku, em di lika çar a hêza Qendîl de pêşmerge bûn, rewşa aboriya me pir xirab bû û yarmetiya me têra hewceyî û kêmasiyên me nedikir, şehîd Hemze Bêhnam serlikê me bû, Birayê kak Hemze hatibû seredana kak Hemze bike û “Êvêr Kot”ek Amerîkayî weke diyarî jê re anîbû, Şehîd Hemze li bajarê Qeladize Êvêr Kotê xwe firot û perê wî bi ser pêşmergan de parve kir. Me ji kak Hemze pirsyar kir ku gelo tu çima diyariyê birayê xwe wusa difiroşî? Got ez çava kotê weha bi bûha bikim ber xwe de, lê tu perê we jî tu nebe? Eva roja herî xweş a jiyana min e ku tu caran jibîr nakim”

Ehmed Bîlal herweha roja herî nexweş a jiyana xwe jî weha tîne zima: “Rojên nexweş di jiyana pêşmergatiya min de pir in, lê em tîmek ji pêşmergên hêza Qendîlê şevê li nêzîk gundê Girdiksipyanê mabûn, min xewn dît ku didanek min ketiye, sibezû dema ez rabûm min ji hevalên xwe re bas kir, şevê em çûn nava gundê Girdiksipiyan û li malekê bûn ku xwediyê malê gellek rêz û hurmet ji me girt, me ça vedixwar û RDKÎ gudarî dikir, wî çaxî RDKÎ nûçeya şehîdketina Dr. Qasimlo belav kir, çaydana çayê ji destê xwediyê malê ket xwar û got êdî PDKÎ piştî nemana Qasimlo namîne, min jî di bersiva wî de got ku jiber ku Dr. Qasimlo em perwerde kirine, PDKÎ wê her bimîne. Eva roja herî nexweş a jiyana min e”.
Ehmed Bîlal derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1991 (1370)’an min tevî Amîn Qadirî xelkê bajarokê Sengeser a ser bi Başûrê Kurdistanê jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî 3 keç in”.

Ehmed Bîlal rû li xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Kesên ku îxanetê dikin û çeka rejîmê hilgirtine, ez daxwazê li wan dikim ku bi neteweya xwe piştqahîm bin, û cardin vegerin ser rêya rast, jiber ku hûn jî kurên vî ax û xelkî ne, û Komara Îslamî heya roja ku hûn dikarin jê re kar bikin, piştevaniya we dike”.
Ehmed Bîlal bi vê hêviyê dawiyê bi gotûbêja xwe tîne: “Tenê hêviyek min heye, ev jî ev e ku vegerim nava xelkê xwe de, û li wir jî xebata xwe bimeşînim, û seredana wan malbatan bikim ku kurên wan di nava refên PDKÎ de canê xwe ji dest dane û şehîd ketine”.