Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ehmed Ebdî” bavê şehîdek medenî yê Kurdistanê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

17:06 - 10 Çirriya pêşîn 2021

Rêkevta 18ê Rezberê “Ehmed Ebdî” bavê şehîdê medenî yê Kurdistanê yê bi navê “Malîk Ebdî” xelkê gundê “Mawane” yê ser bi devera “Tirgewer”a bajarê “Urmiyê” piştî temenek serbilindane bi sedema kaliyê malavayî ji jiyanê kir.

Ehmed Ebdî jidayîkbûyê sala 1307 a Rojî ye.

Şehîd “Malîk” rêkevta 10 Cozerdana sala 1370 a Rojî di dema serdana Hêza Pêşmergê Kurdistanê li devera “Tirgewer” de bi sedema teqîna mînên rejîma Îranî tevlî karwana şehîdan bû.

Mamosta “Ebdullah Ebdî” kurek din yê “Ehmed” e ku sala 1363`ê a Rojî tevlî refa Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûye, û bi sedema jêhatîbûnê di hêza Agiriyê de wekî kadirekê hatibû rêkxistinkirin û erkên xwe ên Hizbî bi zîrekane bi rê ve dibir.

Navbirî sala 1378`ê a Rojî piştî 15 sal xebat û têkoşan di nava refên şoreşê de ber bi welatê “Suîdê” ve çû, û wekî endamek eşkere ê PDKÎ kar û çalakiyên xwe didomîne.

“Ehmed” bi sedema vê ku kurekî wî pêşmergê PDKÎ bû di heyama 37 salên derbasbûyî de gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve rastî azar û eşkenceyê hatibû û bi hemû awayekî pêşî jê dihate girtin û rê nedidan ku kurê xwe bibîne, lê ti carî daxwazên dijmin qebûl nedikir û heta dawiya jiyanê wefadar bi rêbaza şehîdan ma.

Navbirî heta dawiya jiyana xwe bi hêviya rizgariya welat û bi gihîştina armancên şehîdan jiyan kir. Termê “Ehmed Ebdî” li girseya wî bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedîjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.