Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Elem El-‌Huda: “Piraniya besîcan berê “obaş” bûne”

18:08 - 8 Çirriya pêşîn 2020

Nûnerê Xamineyî di parêzgeha Xurasanê de, “Ehmed Elem El-‌Huda” ragihandiye, ku piraniya besîcan berê obaş bûne û bas ji rola wan di serkuta neraziyan de daye xuya.

Roja çarşemî, 7ê Çirriya Pêşîn, Nûnerê Elî Xamineyî di parêzgeha Xurasanê de û li bajarê Meşhedê de, “Ehmed Elem El-‌Huda” li ser rola besîc di serkut û kontrolkirina nerizayetiyan de gotiye, “ku wan besîcan rola serke di wan serkutan de hebûne û herwisa ragihand ku piraniya wan besîcan, berê “obaş” bûne ku bi karê çandî yên serast û nasandina Îmam Husên û bi wan tiştan, ew niha besîcên taxên xwe ne”.

Herwisa Cihgirê Hevahengkirina Hêzên Bejayî yê Spaha Pasdaran a terorîst, “Elîekber Pûrcemşîdiyan” di sala derbasbûyî de derheq nerizayetiyên meha Xezelwerê ragihandibû: “Xelkê me di 48 demjimêran de alozîxistina “Eşraran” kontrol kirin û besîc, pasdar û hêzên Întizamî bi awayekî herî micid di hember nerizayetiyan de sekinîbûn”.

Rejîma Îranê bi mifahwergirin ji kesên ku bi xwe bi navê “obaş”ê berê û besîc niha binav dike, bi awayekî rola “obaş”ên berê yên serdema Mihemedriza Şah tîne bîra mirov ku şehîdê rêber “Dr. Qasimlo”yê nemir di kitêba “40 sal xebat” de bas ji bikaranîna obaşekî bi navê “Şe`iban Bîmux” dike ku ji aliyê rejîma Şahê Îranê ve bona serkuta azadixwazan bikar hatibû.