Rêberê gurûpa rawestan li dijî Talibanê li devera “Penc Şîr”, “Ehmed Mesûd” di hevpeyvînekê de digel belavoka “Foreign policy”ê ragihandiye: “Eger Taliban hikûmeteke giştgîr ava bike, desthilat bi awayekî wekhev dabeş bike, azadî û wekheviyê bo xelkê Efxanistanê Dabîn bike, çalakiyên xwe li dijî Talibanê dê ragirim û ji siyasetê dest berdim”.
“Ehmed Mesûd” îşare bi vê yekê kiriye ku bi ti awayekî alîkariya malî ji derve vernagire, lê piraniya welatên deverê piştevanî ji girûpa Talibanê dikin.
Devera “Penc Şîr” take wilayeta Efxanistanê ye ku di bin kontrola girûpa Talibanê de nîne û hêzên li dijî Talibanê bi rêberiya “Ehmed Mesûd” di vê wilayetê de li dijî Talibanê berxwedanê dike.
Herwisa Ehmed Mesûd” îşare bi vê yekê kiriye ku armanca wî gihîştin bi aşêtî û asayîş di vê wilayetê de ye û bi ti awayekî aşitiya sepandî erê nakim.
Hevdem berdevkê Talibanê “Zebîhullah Mucahid” ragihandiye ku di derheq “Penc Şîr”ê de li pey peydakirina rêçareyekê ketine.