Pêşmergê rojên sext û şoreşvanekî nav meydana xebat û çepera xweragiriyê bi hevalên xwe spart û çû ber rehma xwedê.
Roja Sêşemî rêketa 1`ê Rezber a sala 1399`an , “Ehmed Senbûlî” naskirî bi “Mam Qewet” kurê Mihemed xelkê gundê “Nelas” a ser bi bajarê Serdeştê, piştî temenek tejî li serweryê, çû ber dilovaniya xwe.
Ehmedê qehreman sala 1334`an li gundê Nelas li malbatek şoreşgêr ji dayîk bibû.
Xwedêjêrazî di zaroktiya xwe de digel malbata xwe mijûlê çandiniyê bûye, piştî ku axa kurdistanê dikeve bin destê rejîma dagîrker a komara Îslamî ya Îranê, dibe endamê PDKÎ û piştre çeka şeref û bergirî li axa xwe diavêje milê xwe.
Ehmed piştî ku tevlî hêza Pêşmergên Kurdistanê dibe li salên 1363 û 1372`an li komîteya şaristanî a Serdeştê hatibû sazmandan.
Xwedêjêrazî piştre li deftera pêwendiyên Silêmanî û Hewlêrê hatibû sazmandan û erk pê hatibû spartin.
Ehmed bi sedema vê ku xwedî nezim û dîsîplînek taybet bû, û rekên xwe bi dilsozî encam didan ji aliyê Komîsyona Siyasî_Nizamî a wê demê a Hizba Demokrat ve bi awayekî nivîsîn hatibû teşwîqkirin.
Ev Pêşmergê xweragir heta dawî demên jiyana xwe, wefadar û emegdar bi rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê dimîne, û hertim bo armanca xwe tekoşîn kir.
PDKÎ bi li destdana ev pêşmergê şoreşger sersaxiyê dibêje xizm û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe hevparê wê xema wan dizane.