Nûçegihaniya “ISNA” a girêdayî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê belav kiriye ku binçavkiriyê 2 nasnameyî “Ehmedreza Celalî” ku hevwelatiyê Swêdê ye, dê heta dawiya meha Banemera îsal bê îdamkirin.
Pêka nûçeya nûçegihaniya “ISNA”yê, hukmê îdamkirina lêkoler “Ehmedreza Celalî” ku nasnameya Swêdî û Îranî heye, bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl”ê li dadgeha Bilind a rejîma Îranê hatiye erêkirin û heta 2 heftiyên din ev hukim dê bê cîbicî kirin.
Pêka bername û siyasetên rejîma Îranê, biryardana dadgeha rejîma Îranê bo wî hevwelatiyê Swêdî-Îranî bo bandor xisrtina li ser dadgeha welatê Swêdê ye ku li derheq dadgehîkirina dadwerê berê yê rejîma Îranê “Hemîd Nûrî” ku bi cinayeta bizanebûn û rol di îdamkirina bi hezaran binçavkiriyên siyasî li sala 1367`an de hatiye dadgehîkirin hatiye dan.
Dadsitanê Swêdê û 2 parêzarên vê dadgehê daxwaza cezaya girtîgeha heta hetayî bo “Hemîd Nûrî” kirine.
“Ehmedreza Celalî” pizîşk û mamstayê zanîngeha Swêdê ye ku nasnameya Îranî heye, piştî derbaskirina 9 mehan binçavkirin li girtîgehê di odeya take kesî de li roja 12`ê Rêbendana sala 1395`an di taya 15 a dadgeha Şoreş a rejîma Îranê bi dadweriya “Abûqasim Selewatî” bi tohmeta “sîxurî û firotina zaniyariyan bi Îsraîl” û “Fesad Filerz” mehkûm bi îdamê kiribû.
Rejîma Îranê hevwelatiyên 2 nasnameyî bo bandor xistin li ser welatên din û cîbicî kirina daxwazkariyên xwe yên gemar, binçav dike û wekî barimte wan bikar tîne.