Piştî derbasbûna mehek bi ser êrîşa Îsraîlê li ser binkeyên mûşekî, dron yên rejîma Îranê li parêzgeha Kirmaşanê, malpera El-meyadîn ev yeka teîd kir.
Malpera El-meyadînê roja 13ê Adarê nivîsî: “Cihê ku ji aliyê Îranê ve hate mûşekbararan, binkeya sereke ya hewlên sîxurî û leşkerên Îsraîlê li dijî Îranê bû û li dawiya meha Rêbendanê 6 dronên Îsraîlî bi birêveberiya wê binkeyê, çalakiyek xirabkarane li dijî binkeyek leşkerî li Kirmaşanê encam dan.”
Malpera navbirî dibêje, binkeya Kirmaşanê bi sedema wan êrîşna derbeyên gelek giran li bere kevtibûn.
Eva di halekê de ye ku sibêdeha roja Duşemî 25`ê Rêbendanê cihê binkeya dronên hêza esmanî ya Spaha Pasdaran li “Mayeşt”a Kirmaşanê di nav agir de şewitî.
Derheq vê nûçeyê di nav torên civakî de hate belavkirin ku sedema vê agirê, êrîşa esmanî ya Îsraîlê bûye.
Pêwendiyên Giştî yên Spaha “Nebîekrem” a parêzgeha Kimaşanê her zû bertek nîşan da û daye zanîn: “Sibêdeha îro duşemî, agirpêketinek di enbara xwedîkirina rûnê motorê û madeyên agirgirtinê di yek ji binbkeyên piştîvaniya Spaha Pasdaran li devera “Mayeşt” a Kirmaşanê de bûye sedemê hin xisaran.”
Rojek piştî vê yekê mahwareya bi navê “Sentinel Hub”, şewitîna binkeya Spaha Pasdaran li Kirmaşanê bi rohnî nîşan da.