Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

El-şerq El-ewset: Îran hewl dide ku demogirafiya navçê biguhere

10:57 - 1 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: El-şerq El-ewsetê ragehandiye ku piroje û pilaneke Îranê heye bona guherîna  demografiya hindek herêmêm Sûriyê.

Rojnameya El-şerq El-ewset derheq destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên herêmê de ragehandiye ku hewleke din heye bona guherîna demografiya hinek herêmên Sûriyê.

Rejîma Îranê di vê çarçoveyê de hewl dide ku bi piştgiriya rejîma Esed, belgeyên mafê hevwelatîbûnê bide wan çekdarên ku ser bi Spaha Pasdaran û Hizbullahê bûn.

Ji wê demê ve ku rejîma Îranê ketiye nav xaka Sûriyê de, hewl dide pêgeha xwe li wir bihêz bike, û piştî şer jî bikare li wir bimîne. Di van dawiyane de bi hevkariya Beşar Esed hinek pilan darêtine ku ciyê kesên awarebûyî ên dijberî Beşar Esed bi Hizbullahî û çekdarên Spaha Pasdran tejî bikin.

 Her li gora vê raporê heya niha mafê hevwelatîbûnê bi milyonan Îranî û Lubnaniyan hatiye dan ku endamên Hizbullahê û Spaha pasdaran di nav wan de ne.

 Roja 7`ê Novemberê jî nameyeke belav bû ku li gora wê nameyê, serokê Saziya Îtila`ata Giştî ya Sûriyê, bo Wezîrê Navxwe nivîsandibû. Di vê nameyê de rêzbendek ji navê wan Îraniyan hebû ku diviya di parêzgehên Demişq, Rîf Demişq, Heleb û Dêr El-zorê mafê hevwelatîbûnê wergirtiban.

 Li gora van raporên ku belav dibin, rejîma Îranê dixwaze ku  piştî dana mafê hevwelatîbûnê bi wan kesan, malbatên wan jî bînin nava Sûriyê, û hem jî hebûna endamên xwe (piştî pêdagiriya zêde ya civaka cîhanî li ser bicihhêlana Sûriyê) veşêrin.