Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eladîn Babaşahabî hunermendê navdarê Kurd yê xelkê Sine wefat kir

22:14 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Eladîn Babaşahabî, jenyar û hunermendê navdarê Kurd ê bajarê Sine bi sedema naxweşî li yek ji nexweşxanên bajarê Tehranê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanemdia, sibêdeya roja Pênçşemî 26’ê Hezîrana 2014’an, Eladîn Babaşahabî neviyê Seîd Elî Esxerî Kurdistanî hunermendê naskirî û navdarê Kurd, mal avayî ji dinyaya hunerê kir.

Eladîn Babaşahabî di temen 75 saliyê de bi sedema rawestana dil di yek ji nexweşxanên bajarê Tehranê de koça dawiyê kir.

Babaşahabî di taxa Çarbaxa bajarê Sine her di destpêka xwendinê li temen 7 saliyê de hunera mûzîkê nas dike.

Ew hunermende di sala 1956’an de bi xwendina sirûda Ey weten li radyoya Sine bi fermî dest bi stranbêjiyê kir û di sala 1957’an çû bo Tehranê û tevê “Orkêstêra Kurdî, Orkêstêra Barbod, Orkêstêra Nîksa û Orkêstêra Çand û Huner” paş tewaw kirina dewreyekî kurt a solfêjiyê bal mamosta Ferhad Fexredînî û deng jî bal nemir Kerîmî, dest bi stran gotinê kir.

Navdartirîn berhemên Eladîn Babaşahabî “Cê Jiwanî Yaran, Sirweyî Awat, Cilweyî Dîdar, Awîneyî Dilberî, Ey weten, Nem nemî barane, Golî Bane, Megrî, Wîlen” in.

Ew hunermende li welatên Swêd, Îngilistan, Alman, Biljîk, Otrîş û Îraqê konsert bi rêve birine.

Temî hunerme Eladîn Babaşahabî bi pişikdariya hunermendan, çalakvanên çandî û xelkên huner dost û çand perwerên Kurdistanê li mizgevta Mela Weyîsî a Sine tê definandin.