Wezîrê Ewlehî yê Îsraîl “Eli Cohen” hoşdarî daye ku heçî lihevhatineke nû ya navokî digel Îranê, dê şer li Rojhilata navîn de li pey xwe bîne û balafirên Îsraîlê şiyana bombarankirina her ciheke Îranê hene.
Roja pêşncşemî 29ê Nîsanê, Wezîrê Berevanî yê Îsraîl “Benny Gantz” ragihand: “Îsraîl ti pêbendiyek bi danûstandinên “Viyen”ê yên di navbera Îran û welatên biqawete cîhanê bi taybet Amerîkayê ve tinîne û Îsraîl îznê nade ku destê komara Îslamiya Îranê bigîje çeka navokî”.
Herwisa “Eli Cohen” wezîrê ewlehiya Îsraîl tevî hoşdarîdana wê yekî ku şiyana lêdana her cihekî li Îranê hene ragihand: “Zilhêzên cîhanê dibe rêgiriyê ji meyandina Oraniyom û berfirehtibûna mûşekên balistîkî yên Îranê bikin, û iznê nedin ku rejîma Îranê, welatên din aloz bike û piştevaniya malî li girûpên terorîstî bike”.
Herwisa li wê derheqê de, Serokê Saziya Zaniyarî a Îsraîl (MUSAD)ê, “Yossi Cohen” li roja Pêncşemî 29ê Nîsanê, li hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Antony Blinken” de nigeraniya xwe li derheq çalakiyên navokî yên Îranê daye xuyakirin.
Hekî Amerîka dorpêçên li ser Îranê hilgire, şiyana leşkerî û çalakiyên terorîstî yên wê rejîmê çendîn beranber dê zêde bibin.