Cihgirê Fermandeyê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst “Elî Fedewî” gotiye: “Avakirina dewleta Îslamî li Îranê ji sala 1358an ve heta niha berdewam bûye û em divê hewlê bidin dewleta Îslamî bê avakirin”.
Gotina wî Pasdarê terorîst îşare bi gotinên rêberê rejîma Îranê “Elî xamineyî ye ku gotibû: “Qonaxa şoreşa Îslamî û qonaxa avakirina hikûmeta Îslamî anku Komara Îslamiya Îranê bi dawî hatiye û divê 3 qonaxên din ên avakirina dewleta Îslamî anku “dewleta Îslamî, civaka Îslamî û şaristaniyeta Îslamî” ne derbas bikin heya pêgeha “Zuhûra Îmam ê Zeman” bê amadekirin!
Rejîma Îranê bo derbasbûn ji wan qonaxên xeyalî, hewlên gelek micid bo geşedan bi terorîzma navnetewî dide û bi hemû şiyana xwe û bi xerckirina tev darayiya xelkê Îranê, mijûlê afirandina fitneyan li cîhanê ye.
Rejîma Îranê ku avakerê dirindantirîn sîstema jinavbirina, mirov, mirovahî, şaristaniyek û jîngehê ye dixwazê wê sîstemê û şaristaniyeta Îslamiya rejîma Îranê anku çanda terorîzmê li cîhanê giştgîr bike û take rejîmek hov û dûr ji hemû prensîpên mirovahiyê li ser tevahiyhiya cîhanê ava bike.
Tev kiryar û siyasetên rejîma Îranê çavkanî ji wê hizra wehmî verdigrin û ew hizira hov û bi sam, xewnên berpirsên rejîma Îranê bo paşeroja cîhanê ye.