Cihgirê Serokê berê yê meclîsa rejîma Îranê “Elî Muteherî” roja Yekşemî 4ê Banemerê, di hevpeyvînek de digel “Başgahê Xeberguzarî Danişcûyanê Îran” gotibû: “Her ji heman destpêka ku em çûne nav çalakiya navkiyê, armanca me çêkirina bombeya navkî bo bihêzkirina şiyana berevaiyê bû, lê me nekarî bi awayî veşartî vê meselê biparêzin û ev yeka zû hate eşkerekirin.
Navbirî di beşek din a hevpeyvîna xwe de bi eşkere gotiye, ku wan her ji destpêkê rastevxwe dest avêtin bi meyandina Uraniyomê ku bibe bi bombeya navkî.
Berê jî Elî Ekber Haşimî Refsencanî teîd kiribû ku Îran di serdemê şerê Îran û Îraqê de li hizra berhemanîna bombeya navkî bûye, lê ev yeka bi kiryar nehate kirin.
Eva jî di halekê de ye ku di 20 salên borî de rejîma Îranê îdia kiriye ku li pey bombeya navkî nîne û berpirsên rejîmê çendîn caran bi fitwaya Xamineyî rêberê rejîmê bikaranîna bombeya navkî bi “Heram” dane zanîn.