Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Muteherî: “Rûsiye dixwaze dorpêç li ser Îranê bimînin”

11:17 - 10 Adar 2022

Cihgirê berê yê Serokê meclîsa rejîma Îranê “Elî Muteherî” tevî nacamêrane binavkirina siyaseta Rûsiyê li Bercamê gotiye, ku Rûsiye dixwaze Îranê li jêr dorpêçên welatên Rojavayî de bimîne.

Elî Muteherî di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Sa`id” de gotiye: “Rûsiye wa hizir dike ku eger danûstandinên Bercamê bigihîjne bi encamê, dê bala Amerîka û welatên Rojavayî bo ser Ukraynê bê rakêşandin û Rûsiye dixwaze Îran li jêr dorpêçan de bimîne ku di hember de Mosko bo çareserkirina pirsgirêka Ukraynê derfet hebe.

Herwisa navbirî tevî îtrafkirin bi wê yekê ku Rûsiyê derz kiriye li nav rejîmê de, bi rohnî got: “Mixabin li pêkhateya desthilatê de me kesên hogirên Rûsiyê hene û siyaseta ne şerqî û ne xerbî ji bîr kirine û Rûsiye hewl dide Bercamê wekî kartek givaşê bo ser welatên Rojavayî bikar bîne”.

Navbirî di halekê de axiviye ku duh “Mikhail Ulyanov”, Nûnerê taybet ê Rûsiyayê li danûstandinê Viyenê gotibû: Rêkkevtina Bercamê di demekê de ser digire ku ti pirgirêkek bo pêwendiyên bazirganî yên Tehran û Moskoyê neyêne pêş.

“Elî Muteherî” berê jî gotibû ku bo wê yekê Îran serbixweyiya xwe bide nîşandan divê êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê şermezar bike, û navbirî dabû zanîn, tenê qazanc û berjewendî bo Rûsiyayê girîng e”.