Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Muteherî: “Ti cudatiyek nîne ku kê serokê meclîsa rejîma Îranê be”

13:31 - 13 Nîsan 2020

Bi nav nûnerê berê yê rejîma Îranê, Elî Muteherî, dibêje ku ti cudatiyek nîne ku kê serokê meclîsa Îranê be.

Roja Yekşemî, 24`ê Xakelêwe, bi nav nûnerê berê yê meclîsa rejîma Îranê, “Elî Muteherî”, bas kiriye ku: “Meclîsa Îranê biryarderê sereke di pirs û pirsgirêkên girîng de nîne û bi wê hegerê ti cudatiyek nîne ku kê serokê meclîsa Îranê be”.

Herwisa Elî Muteherî di cîvînekê digel rojnameya “Şerq” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst gotiy: “Hekî gişt nizam dijî mijarekê bisekînin, hekî ji aliyê meclisê ve bê erêkirin, “Şêwraya Nigehban” wê pejirandina meclîsê red dike yan di wê dawiyê de ku dijatî peyda bûye, “Kora diyarîkirina berjwendiyên nizamê” (Mecme`ê Teşxîsê Meslihetê Nizam), wê pejirandina meclîsê radivestine”.

Navbirî tekez kir ku di wê rewşê de, girîng nîne ku kê serokê dezgeha Yasadanê be.

Meclîsa rejîma Îranê di gişt krîzên aborî û siyasî û tenduristiyê de, serbixwe nekariye biryareke girîng bide û hertimî guhdar bi fermana rêberê Olî yê rejîma Îranê Elî Xamineyî bûye û biryara serke ji aliyê Xamineyî ve hatiye dan û di kiryar de meclîsa rejîmê Îranê rolek di biryarên girîng de nîne.