
Kurdistanmedia: Serokê Dadgeha Taybet bi Ruhaniyetê kuştara girtiyên siyasî di sala 1367`an de yasayî û adilane bi nav kir.
Elî Razînî serokê Dadgeha Taybet bi Ruhaniyetê ragehandiye ku di sala 1367`an de kuştara girtiyên siyasî yasayî û adilane bûn, lê ew yek jî got ku dadgehîkirin gellekî bilez bûn. Ew gotina Elî Razînî serokê Dadgeha Taybet bi Ruhaniyetê di demekê de ye ku Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî li raporekê de ragehandiye ku berpirsyarên hikûmetî ên Îranê bi veşartina qeder û cihê veşartina bi hezaran dijberan ku 30 salî berî niha bi awayekî hovane bêserûşûn bûn û di pêvajoyeke qezayî de hatin bidarvekirin, niha jî her berdewam in li ser cinayetên li dijî mirovahiyê.
Elî Razînî ji sala 1366 heya 1391`an hakim şer`i û serokê Dadgeha Tyabet bi Rûhaniyetê bû.
Îdama çend hezar girtiyên siyasî ku dewrana mehkûmiyeta xwe derbaz dikirin, di meha Gelawêj û Xermanan 1367`an bi biryar û hukmê rêberê wê demê ê rejîma Îranê Xomêynî dihate cîbicîkirin.
Razînî herwisa ragehandiye: “Min di dema pêdeçûna bi ser dosiyeya girtiyên siyasî de tu postek tunebûye, lê min ji îdama wan piştgirî dikir, jiber ku min didît zulm li îmam tê kirin, lewra naçar bûm ku pişta Xomêynî bigrim”.
Derheq hejmara qurbaniyan serjimêriyên curbicur têne ragehandin. Muntezirî di kitêba bîreweriyên xwe de, îşare bi hinek raporan kiriye, û hejmara îdamkiriyan 2800 heya 3800 kes ragehandiye. Hinek ji çavkaniyan hejmara qurbaniyan nêzî 4 hezar û 500 kes texmîn dikin.