Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Şemxanî: Qebul kirina Bercamê ji aliyê Îranê ve şaş bû

12:46 - 21 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Elî Şemxanî serokê Şêvreya ewlehî a neteweyî û Nûnerê Xamineyî daye zanîn ku, Qebul kirina Bercamê ji aliyê Îranê ve şaş bû.

Pêka nûçeyên belavbûyî: Elî Şemxanî serokê Şêvreya ewlehî a neteweyî û Nûnerê Xamineyî daye zanîn ku, her di bingehê de çûna Îranê bo nav Bercamê û qebûl kirina wê, şaşiyeke mezin bû.

navbirî got ku, Îranê nediba lihevkirinek bi navê Bercamê wajo kiriba.

Wî berpirsê rejîmê berevajiya axivtinên parek din a berpirsên rejîmê û bi taybetî fermanderên Sipaha terorîstî ku berdewam gefa ji nav birina Îsraîlê dixwen, Elî Şemxanî ku bixwe jî çendin caran gefa ji nav birina Îsraîl xaribû, wê carê got: Carê me dilê hindê nîne ku em Îsraîl jinav bibin.

Di demekê de ku dorpêçên aborî bo ser rejîmê, wisa kiriye ku êdî kes nikare bi dileke asûde jiyanê bike, piraniya xelkê Îranê li ber bilindbûna nirxan,  bê karî û dehan pirsgirêkên din bersivderê jiyana xwe nîn in, ew deshilatdarê rejîmê dibêje ku, dorpêçan tu bandorek li ser xelkê û jiyana wan tunebûye, û Hekî mirov diçe ser kolanan mirov kêfxweşî û xweş bijîwiyê di rûmetê wan de dibîne.

Eve jî di demekê de ye, hemû cîhan dizane ku xelkê Îranê bûne qurbaniya siyaseta şaş a rejîmê û jiyan ji wan tal û dijvar bûye.