Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Sîstanî: Dibe hilbijartinên pêşwext di Îraqê de bê lidar xistin

12:06 - 1 Şibat 2020

Mercei bilind ê Şî`eyên Îraqê, di dawîn peyama xwe de daxwaza hilbijartinên pêşwext dike bo çareserkirina arîşeyên li Iraqê û dibêje, berdewambûna vê rewşê rê xweş dike bo metirsî û pirsgirêkên zêdetir.

Peyama Elî Sîstanî, Mercei bilind ê Şî`eyên Îraqê, ji aliyê Şêx Mehdî Kerbelayî, nûnerê merceiyeta bilind a Olî li Necefê di dema gotara Înê de hat xwendin.

Sîstanî di peyama xwe de amaje bi avanebûna hikûmeta Îraqê dike û rexne li wê rewşê digire û diyar dike, “Divê hikûmetek bilez were avakirin, ku xelkê nerazî aram bike. Ev hikûmet jî divê welat di demeke kurt de ber bi hilbijartinên pêşwext ên azad ve bibe.”

Herwiha Sîstanî amaje bi rewşa Îraqê ya aloz jî dike û encamdana hilbijartinên pêşwxt bo derketina ji wê rewşê wekî “baştirîn bijarde” binav dike.

Xelkê Îraqê ku li dijî gendelî û herwisa li dijî midaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de hatibûne ser şeqaman û xwenîşandan dikirin, daxwaza guherîna hikûmetê jî dikirin.

Di vê derheqê de jî, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Îraqê, roja 29`ê Mijdarê ji ber xwenîşandanan û aloziyên wî welatî, dest ji kar berdabû.