
Kurdistanmedia: Elî Sîstanî Merce`ê bilind ê Şî`eyan di Îraqê de, bi dana fitwayekê bo bavirmendên Şî`e, kuştina xelkê nerazî li ser kolanan bi karekî heram zanî.
Elî Sîstanî Merce`ê bilind ê Şî`eyan, di fitwayekê de, kuştina xwenîşanderan bi heram zanî.
Ew fitwaya Ayetullah Sîstanî li paş vê yekê hatiye danê ku, Elî Xamineyî fermana kuştara xwenîşanderan dabû hêzên tepeserkar ê rejîma xwe.
Bi fermana Xamineyî li çend rojên derbas bûyî de li Îranê, sedan xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û hezaran kes jî, birîndar bûne û çendîn hezar kesên din jî hatine desteserkirin û çarenivîsa wan nerûne.
Ayetullah Sîstanî di vê fitwaya xwe de ragihandiye, kuştina xwenîşanderan herame û dibe hikûmet daxwazên xelkê cîbicî bike.
Ayetullah Sîstanî Merce`ê bilind ê Şî`eyan di sala 1309`an li bajarê Meşhedê de ji dayîk bûye, û Moctehidê bilind û bandordar di nav Şî`eyan de ye, niha cihê Îmamet û mana wî li bajarê Necefa Îraqê ye.
Sîstanî dijberê Wilayeta Feqîhe ku rejîma Xamineyî li ser hatiye ava kirin.