Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyê bi gotinên neşiyaw bêrêzî bi werzişvanan kiriye

12:55 - 19 Îlon 2021

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” werzişvanên ku bi alaya welatên din xelat vergirtine, xwefiroş, welatfiroş û îxanetkar binav kiriye.

Eva di halekê de ye ku werzişvan di Îranê de rastî givaş, bêkarî, cudatîdanîn, îşkence û îdamkirinê tên.

Elî Xamineyî di kombûna werzîşvanên Olempîk û Paraolempîkê de bi zimanekî neşiyaw werzişvanên ku bi sedema zilma rejîmê ji Îranê derkevtine û bi alaya welatên dinê xelatan verdigrin bi xwefiroş, welatfiroş û îxanetkar binav kiriye.

Rejîma Îranê ti alîkarî û piştevaniyek aborî û civakî li werzîşvanan nake û bi tenê alîkariya hin kesên girêdayê xwe dike û piraniya werzişvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê neçar in bo dabînkirina jiyana xwe û dabînkirina xercê werzîşvaniya xwe di cihekê de mijûlê kar bibin û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê hin werzişvanan mijûlê kolberîkirinê ne û di Îranê de jî hin werzişvan li ser şeqaman tiştan difroşin an ajotvanên taksiyan in.

Werzişvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê eger derfet hebin bo berdewamkirina jiyana werzişvaniya xwe ji welat derdikevin û gotinên Elî Xamineyî li derheq werzişvanan de nîşana bi siyasîkirina werziş di Îranê de ye.