
Mamostayê xwendingehên Olî, “Mehmûd Emced” ragihandiye ku rêberê Îranê berpirsê rasterast yê tev cinayet û kuştinên xelkê ji sala 1388an ve ye.
Roja Çarşemî 16ê Kanûna Pêşîn, mamostayê xwendingehên Olî, “Mehmûd Emced” li berteka îdamkirina “Rûhullah Zem” ew bi “Kuştiyê zilimlêkirî” (Meqtûlê Mezlûm) binav kir û rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” bi berpirsyarê rasterast yê tev cinayet û kuştina xelkê ji sala 1388an ve daye nasandin.
Wî mamostayê Olî ragihand ku “Elî Xamineyî” bûye sedema jinavçûna piraniya karûbarên welat û got: “Elî Xamineyî dibe dest ji zordariyên xwe berde; Berpirsyarê tev xwînên ku ji sala 1388an ve hatine rijandinê Elî Xamineyî ye, Elî Xamineyî ji tev bûyerên biçûk û mezin yên welat agehdar e û bi xwe berpirsyarê wan bûyeran e”.
Herwisa navbirî ji bêdengmana ofîsa “Elî Sîstanî” ku bi mifahvergirtina xirab ji navê wî “Merce`ê Teqlîd” bona xeletandin û revandina “Rûhullah Zem” bikar hatibû rexne girt.
Elî Xamineyê heta li nav qata mamostayên Olî de jî rewatiya xwe ji dest daye û kesekî wek “Mehmûd Emced” ku bi xwe pileya Olî ya “Ayetullahî” heye, nîşandeka jinavçûna rewatiya Elî Xamineyî li asta Olî ye.