Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî di rewşa aloz a Îranê de biryarê li ser torên civakî dide

13:34 - 6 Nîsan 2021

Xamineyî di wê dawiyê de li ser torên civakî gotiye: “Bihêztirîn welatên cîhanê hêla sor bo înternetê hene”.

Rêberê rejîma Îranê gotiye: “Em jî dibe înternetê kontrol bikin û ew jî bi vê wateyê nîne ku, em xelkê lê bêpar bikin”.

Di meha Befranbara sala 1399an de, “App”a tora civakî ya “Signal” hate fîlterkirin, Appa “Signal” bi biryara rejîmê, çûye nav lîstê wan “App”an ku rejîm dibêje bi wan appan karên tawanbarî têne kirin.

Beşeke zêde ya torên civakî ji aliyê Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê ve hatine fîlterkirin, fîlterkirina torên civakî li Îranê, ji aliyê Serkomarê Îranê, “Hesen Rûhanî” ve wekî mezintirîn destkevta serkomariyê tê hesêb.

Bi salan e rejîma Îranê hewlê dide torên civakî, malperan û tev wan nermeamêrên ku di Îranê de bi zêdetir têne bikaranîn, fîlter bike.