Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî fermana akincîkirina xelkê di dûrgehên kendavê de daye

12:56 - 30 Nîsan 2020

Fermandeyeke rejîma Îranê bas kiriye ku rêberê Olî yê rejîma Îranê, fermana akincîkirina xelkê di dûrgehên kendavê de da ye.

Roja Çarşemî, 29`ê Nîsanê, Fermandeyê Hêza Deryayî ya Spaha Pasdaran a terorîst, “Elîriza Tengisîrî” di ragihandinên girêdayê rejîma Îranê de bas ji fermana “Elî Xamiyeyî” bona avedankirina dûrgehên kendavê bo akincîkirina xelkê kiriye.

“Elîriza Tengisîrî” ti basek ji rêketa wê fermana rêberê olî yê rejîma Îranê nekiriye.

Navbirî herwisa got: “Dema ku kesê yekê yê welat dibêje em dibe wan cihan bo akincîkirina xelkê avedan bikin ew bi wateya wê ye ku em li pey asayîşa deverê ne”.

Herwisa wî fermandeyê Spaha Pasdaran a terorîst got: “Di dûrgeha “Tonb”a mezin me balafirxaneya navnetewî ava kiriye û di dûrgeya “Tonb”a biçûk de jî me balafirxane ava kiriye û herwisa Hêza Deryayî ya Spaha Pasdaran zêdetir ji 50 mencgir bo xelkê sazkiriye.

Herwisa wî fermandeyê terorîst bi awayekî gef xwarin daye zanîn ku, em îznê bi ti “nav”eke leşkerî yê bîhanî di deverê de nadin.

Çendîn dûrgeh yên di kendavê de hêj alozî li ser wan hene û welatên Erebî û Îranê xwe xwediyê wan dorgehan dizanin û ew fermana “Elî Xamineyî” wekî lêdana agir bi embareke barûtê ye, û rejîma Îranê dixwaze ji wan dûrgehan mifahên leşkerî û siyasî werbigre û xelkê bike mertal bo xwe.