Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî îdia dike ku Amerîkayê DAÎŞ ava kiriye

11:35 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî”di konferansa welatên Îslamî de îdia kiriye: “Demokratên Amerîkayê DAÎŞ ava kirine û niha înkar dikin”.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” di Konferansa welatên Îslamî de tevî tawanbarkirina Amerîyaê bo cudatîxistin di navbera Misilmanan de îdia kiriye: “Demokratên Amerîkayê girûpa DAÎŞ ava kirine”. Lê rêberê rejîma Îranê ti basek ji cudatîdanîn dinavbera Sîe û Sunniyan di Îranê de nake ku bi fermî û pêka yasaya bineretiya rejîma Îranê  ji piraniya mafên siyasî wekî serokatiya dezgehên Îranê ên Dad, Yasadanîn û Birêveberiyê bêpar in û tev fitneyên Rojhilata Navîn û piraniya fitneyan di cîhanê de bi rola serekiya Îranê têne kirin.

Rejîma Îranê bi avakirina bereyekê ku navê “Mêhwera Moqawimet” li ser daniye hewlê dide bi balkêşandin û piştevanî ji taqim û girûpên terorîstî, devera Rojhilata Navîn aloz bike û di wan aloziyan de bername û pîlanên xwe ên xeyalî û li dijî mirovî bi rê ve bibe.

Îdeolojiya rejîma Îranê li ser wê binyatê ye ku dibe hizra wan destilata tevahiya cihanê bi dest bixe û hizrên wan tev cihanê bi rê ve bibe.