
Elî Xamineyî rêberê rejîmê, li ser rewşa xirab û herfiya ye welat hate deng û axivtina wî de nîşanên paşvekêşî û vexwarina cama jahiyê hebû.
Roja Înê Elî Xamineyî bi hêceta destpêka meha Miheremê axivî, û di nava qisedana xwe de çû ser mesela dorpêçên li ser rejîmê û îtraf bi rewşa xirabe abûriya welat kir û got: Xelkê welat bi wê hegerê rastî gelek dijvariyan bûne û dorpêçên Amerîka li ser Îranê, cinayete.Xamineyî got: armanca sereke ye Amerîka mandî kirina xelkê îranê û alozkirina rewşa welate. Elî Xamineyî ew rastiye jî bas kir ku helbet welat rastî xisarên mezin hatiye.
Pêşde hertim deshilatdarên Îran ê digotin ku dorpêçan çi bandor li ser me çinine.
Di demekê de ku Xamineyî her cure danûstandina di gel Amerîka berdewam red kiriye, lê di wê axivtina xwe de got: hekî rêkek hebe bona hilgirtina dorpêçan, ewa bi me`eniya paşvekêşî û şikestê û kêm anînîn li hember Amerîka de nine.
Ew gotina Elî Xamineyî jî nîşana wê hindê ye ku bi curekê bi dû rêka teslîm bûn û gotibêja di gel Amerîka de ye û bê guman Xamineyî bona mana xwe û rejîma xwe, dê amade be cama jahiyê wexo.