Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elîriza Tengsîrî: Me hişdarî daye Amerîkayê li devera rahînana hêzên me xwe dûr bigrin

12:11 - 2 Gulan 2020

Fermandê Hêzên Deryayî yê Spaha Pasdaran, Elîriza Tengsîrî, roja Înê 1`ê Gulanê, li derheq aloziyên di navbera hêzên rejîma Îranê û Amerîka di kendavê de got: “Hêzên Amerîkayê hatibûne nav herêma rahênan hêzên me, di halekê de ku berê jî me dabû zanîn ku em ê di wê deverê de rahînana hêzên xwe bikin.”

Fermandê Hêzên Deryayî yê Spaha Pasdaran, Elîriza Tengsîrî, li derheq hebûna hêzên Amerîka li kendavê, di civînekê digel radiyoya Tehranê de got: “Em nikarin qebûl bikin ku belemên masîgir ên me rastî vekolîna hêzên Amerîkayê bên û balafirên Amerîkayî ji ser binkeyên me yên neftî re bifirin.”

Roja 15`ê Nîsanê, 11 belemên şer ên Spaha Pasdaran a terorîst di kendavê de çendîn caran nêzî “Nav”ên Amerîkayê bibûn û gef ji wan “Nav”an xwarin.

Piştî wê aloziyê di kendavê de, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump”, ferman da ku her belemeke Spaha Pasdaran a terorîst nêzî “Nav”ên Amerîkayê bibin, dikarin wan gullebaran bikin.